Qalîbaf serokatiya şanda danûstandkar a Îranê ya ligel Amerîkayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlemena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dê serokatiya şanda Îranê bike, ya ku biryar e li Paytexta Pakistanê, Îslamabadê, ligel nûnerên Amerîkayê li ser maseya danûstandinan rûne.

Ajansa ISNAyê ragihand, Mihemed Baqir Qalîbaf ji bo gotûbêjkirina kêşeyên rawestî wekî serokê şandê hatiye diyarkirin. Ev civîn di çarçoveya hewildanên dîplomatîk de tên kirin, da ku dawî li rageşiya di navbera Tehran û Washingtonê de were anîn.

Têkildarî hevdîtinên li Pakistanê, Cîgirê Serokê Parlemena Îranê hişyariyeke tund da û ragihand: "Heke ew 10 mercên ku ji bo danûstandinan hatine danîn neyên qebûlkirin, Rêberê Bilind (Xameneyî) destûrê nade ku ti rêkeftin were îmzekirin." 

Agirbesta dualî ya di navbera Amerîka û Îranê de, îro Çarşemê, 8ê Nîsanê saet di 03:00an de ket warê cibicîkirinê. Biryar e roja Înê bi navbeynkariya Îslamabadê jî, danûstandinên rasterast di navbera her du welatan de dest pê bikin, da ku rêkeftineke aştiyê ya demdirêj were îmzekirin. 

Şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê ji aliyekî ve û Îran ji aliyê din ve, di 28ê Sibata borî de dest pê kiribû û nêzîkî 40 rojan berdewam kir. Ji ber vî şerî, Tengava Hurmizê ji bo 5 hefteyan hatibû girtin, ku ev bûbû sedema qeyraneke aborî ya giran li navçeyê. Bi ragihandina agirbestê re, borsayên cîhanê geş bûn û bihayê petrolê bi awayekî berbiçav daket.