Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li agirbesta navbera Amerîka û Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li agirbesta navbera Amerîka û Îranê kir û hêvî xwest ku ev pêngav bibe bingehek ji bo mîsogerkirina aştî û aramiya demdirêj li seranserê navçeyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 8ê Nîsanê di peyamekê de li ser tora civakî "X"ê ragihand, ew hêvîdar e agirbesta navbera Amerîka û Îranê berdewam bike û bibe rêxweşker ji bo bidestxistina aramiyeke mayînde.
Serokwezîr di peyama xwe de bal kişand ser êrişên ku di demên borî de li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin û got: "Êrişên li ser Herêma Kurdistanê di ti demê de ne rewa bûn û ti hincetên wan tunebûn."
Herwiha Serokwezîr hêvî xwast ku di bin sîwana vê agirbestê de, êdî hemû êrişên li ser welatiyên sivîl, hêzên Pêşmerge, jêrxana hestiyar û nûnertiyên dîplomatîk bi temamî rawestin.
Mesrûr Barzanî her wiha spasiya hemû wan aliyan kir ku di demên dijwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine û di parastina Herêma Kurdistanê de bûn alîkar.
Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîr tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina rageşiyan, her tim amade ye û piştgiriyê dide her hewildaneke dîplomatîk ku bibe sedema aştiyeke mayînde li navçeyê û ev derfeta agirbestê ji bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî aştiyane were bikaranîn.