Serok Barzanî sersaxî li bavê şehîd Weysî Şêrwanî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi rêya peywendiyeke telefonî, sersaxî li malbata Pêşmergeyê qehreman, şehîd Weysî Axer Seîd Şêrwanî kir, ku di encama êrişeke mûşekî ya Îranê de şehîd bûbû.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî îro 8ê Nîsanê peywendiyeke telefonî bi bavê şehîd Weysî re encam da. Serok Barzanî di vê peywendiyê de hevxemî û sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên şehîd kir.
Pêşmergeyê qehreman Weysî Axer Seîd Şêrwanî, di êrişa mûşekî ya Îranê de ku baregeheke Hêzên Pêşmerge li devera Soranê kiribû armanc, bi giranî birîndar bûbû. Şehîd Weysî ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê dihat dermankirin, lê duh Sêşemê jiyana xwe ji dest da û gihişt asta şehadetê.