Wezîrê Ceng ê Amerîkayê: Me kêmtirî %10ê şiyanên xwe li dijî Îranê bikar aniye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Cengê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand, welatê wî di şerê li dijî Îranê de gihîştiye hemû armancên xwe û sîstema berevaniya asmanî ya Îranê bi temamî hatiye rûxandin.
Wezîrê Ceng Pete Hegseth îro 8ê Nîsanê derbarê agirbesta nû ya bi Îranê re, di konferanseke rojnamevaniyê de ev roj wekî "rojeke mezin ji bo aştiya cîhanê" pênase kir û diyar kir, Îran piştî êrişên "wêranker" ên Amerîkayê, neçar maye agirbestê bixwaze.
Hegseth destnîşan kir, artêşa Amerîkayê li gorî plana roja yekem a şer hemû armancên xwe pêk anîne û wiha got: "Îranê hemû şiyanên xwe yên berevaniya asmanî winda kirine û niha Amerîka kontrola asmanê wî welatî dike. Me hemû sîsteman mûşekavêj û kargehên berhemanîna mûşekan ên Îranê bi temamî jinav birin."
Wezîrê Ceng ê Amerîkayê ragihand, wan di operasyonên li dijî Îranê de tenê "kêmtirî %10ê şiyanên xwe yên leşkerî" bikar aniye. Hegseth herwiha aşkere kir ku "hemû serkirdeyên pilebilind ên rêza yekem a Îranê" hatine jinav birin û firokevanên Amerîkî di nava çend saetan de ji nava Îranê hatine rizgarkirin.
Agirbesta 14 rojî û danûstandinên aştiyê
Ev daxuyaniya Hegseth piştî wê yekê tê, îro berbangê, agirbesteke 14 rojî di navbera Washington û Tehranê de ket warê cibicîkirinê. Biryar e roja Înê bi navbeynkariya Pakîstanê, li Îslamabadê danûstandinên rasterast dest pê bikin, da ku rêkeftineke aştiyê ya mayînde were îmzekirin.
Şerê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, nêzîkî 40 rojan berdewam kir. Ji ber girtina Tengava Hurmizê qeyraneke aborî derketibû, lê bi ragihandina agirbestê re borsayên cîhanê dîsa geş bûn û bihayê petrolê daket.