Fuad Husên û Ebbas Araqçî rewşa navçeyê û êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, di peywendiyeke telefonî de agirbesta navbera Amerîka-Îranê û êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê gotûbêj kirin. Her du wezîran tekez kirin, divê zext li ser Washingtonê were kirin da ku Netanyahu bide sekinandin.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Fuad Husên û Ebbas Araqçî hûrgiliyên agirbesta demkî ya 14 rojî gotûbêj kirine. Di peywendiyê de her du aliyan destnîşan kir ku rola Pakîstanê û welatên din di mîsogerkirina vê agirbestê de pir giring e. Herwiha, lîstikên dawî yên li qada Libnanê û bandorên wan ên mirovî û ewlehiyê hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, her du wezîran hevnêrîn bûn ku divê hevahengî bi welatên din re were kirin, da ku zext li Amerîkayê were kirin. Armanc ew e ku Washington hikûmeta Benjamin Netanyahu neçar bike ku êrişên li ser Libnanê rawestîne û bawerî ji bo proseya danûstandinan vegere. Wezîrê Derve yê Îranê hevkarê xwe yê Iraqî ji encamên peywendiyên xwe yên navdewletî yên ji bo aramkirina rewşê agahdar kir.

Ev peywendiya telefonî çend saetan piştî ragihandina agirbesta 14 rojî ya di navbera Amerîka û Îranê de pêk hat. Lê belê li ser çarçoveya vê agirbestê nakokî hene. Serokwezîrê Pakîstanê Şehbaz Şerîf ragihand, agirbest Libnanê jî li xwe digire. Lê belê, Washingtonê û Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance tekez kirin ku rêkeftin êrişên Îsraîlê yên li ser Hizbulahê li ber xwe nagire.

Hevdem ligel van danûstandinên dîplomatîk, artêşa Îsraîlê duh Çarşemê (8ê Nîsanê) yek ji pêlên herî dijwar ên bombebaranê li ser Libnanê pêk anî. Zêdetirî 100 xalên li Beyrût, Buqaa û başûrê welat hatin armancgirtin. Li gorî amarên destpêkê, tenê di van êrişên dawî de 254 kes hatine kuştin û zêdetirî 1500 kes jî birîndar bûne.