NYT: Tevî agirbestê jî Tengava Hurmizê li pêş keştiyan girtî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya "New York Times" ragihand, tevî peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê de, li Tengava Hurmizê tevgera keştivaniyê bi awayekî berçav kêm bûye û keştiyên petrolê di tengavê re derbas nabin.
Li gorî raporeke rojnameya Amerîkî "New York Times" (NYT), piştî ragihandina agirbesta di navbera Washington û Tehranê de, heta niha ti keştiyên petrol an jî gazê di Tengava Hurmizê re derbas nebûne. Hat diyarkirin ku li vê navçeya stratejîk tevgera deryayî pir sînordar e.
Li gorî daneyên navendên şopandina keştivaniyê, di 24 saetên dawî de tenê 4 keştiyên bargiran ên ku kelûpelên hişk hilgirtibûn karîne di tengavê re derbas bûne.
Rapor balê dikişîne ser vê yekê ku gelek kompanyayên veguhestina deryayî, tevî agirbestê jî, ji ber metirsiyên ewlehiyê û nezelaliya rewşa leşkerî li navçeyê, hîn jî dudil in ku keştiyên xwe bişînin nav tengavê. Ji ber vê sedemê, hinardekirina petrolê ji Kendavê bo asta herî nizm daketiye; bi sedan keştî li dervayî tengavê li bendê ne yan jî neçar mane rêyên xwe biguherînin.
Ajansa nûçeyan a Îranê "Fars" duh Çarşemê ragihandibû, hêzên deryayî yên Îranê rê li ber tankereke petrolê girtine û ew neçar kirine ku vegere. Ev pêngava Îranê piştî gefên Tehranê yên ji bo girtina tengavê hat, ku wekî bersivekê li hemberî zêdebûna êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê hatibû binavkirin.
Aloziyên li Tengava Hurmizê di demekê de ne, nakokiyên kûr li ser hûrgiliyên agirbestê hene. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, "Libnan ne beşek ji vê peymanê ye". Lê belê Îran êrîşên li ser Libnanê wekî binpêkirina agirbestê dibîne û gefa vekişîna ji peymanê dixwe. Di vê navberê de, Pakistan wekî dewleta navbeynkar bang li her du aliyan dike ku rewşê aram bikin û peymanê nexin xeteriyê.
Bi navbeynkariya Pakistanê, Donald Trump û Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî şeva çarşemê li ser agirbesteke du hefteyî li hev kiribûn. Armanca vê agirbestê amadekirina zemînekê ji bo danûstandinên berfireh e, daku rêkeftineke dawî bê îmzekirin.