Îran derbarê hebûna ‘mînan’ li Tengava Hurmizê hişyariyê dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Port û Deryavaniyê ya Îranê, ji bo hemû keştiyên ku dixwazin di Tengava Hurmuzê re derbas bibin, hişyariyeke lezgîn belav kir.
Di daxuyaniya saziyê de hat diyarkirin, ji ber rewşa şer a li herêma Kendavê û Tengava Hurmizê, metirsiya hebûna cûreyên cuda yên mînên dij-keştî li herêmên sereke yên çûnûhatina deryayî li Tengava Hurmizê heye.
Wê saziyê ji bo parastina ewlehiyê û dûrketina ji her rûdaneke nexwestî û lihevketina bi mînên deryayî re, daxwaz ji hemû keştiyan dike ku van xalên jêrîn li ber çavan bigirin:
1- Divê pêştir hemahengiyeke tam li gel Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran li Tengava Hurmizê bê kirin.
2- Heta daxuyaniyeke din, divê keştî rêyên alternatîf bikar bînin; wek mînak ji Deryaya Omanê ber bi bakurê Girava Larkê ve û paşê ber bi nav Kendavê ve biçin. An jî ji nav Kendavê ber bi başûrê Girava Larkê ve û paşê ber bi Deryaya Omanê ve rêya xwe bidomînin.
Herwiha hat destnîşankirin, ev biryar ji bo parastina jiyana deryavan û ewlehiya keştiyên bazirganî hatiye girtin û bicîhkirina wê li gorî nexşeya pêvekirî neçarî ye.