Îsraîlê kuştina berpirsekî pilebilind ê Hizbullaha Libnanê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, Sekreterê Taybet û Şêwirmendê Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Libnanê di êrîşeke asmanî de, li Beyrûtê hatiye kuştiye. Herwiha hat diyarkirin ku du rêyên serekî yên veguhestina çekan û 10 komgehên çekan li başûrê Libnanê hatine rûxandin.
Artêşa Îsraîlê îro 9ê Nîsanê di daxuyaniyekê de li ser platforma "X"ê aşkere kir, duh Çarşemê di êrîşeke asmanî de li bajarê Beyrûtê, Elî Yûsif Herşî ku Sekreterê Taybet û biraziyê Neîm Qasim (Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Libnanê) ye, hatiye kuştiye.
Li gorî daxuyaniyê, Elî Yûsif Herşî kesekî rola wî ya sereke di birêvebirin û parastina ewlehiya nivîsgeha Neîm Qasim de hebûye.
Artêşa Îsraîlê herwiha da zanîn, şeva borî wan êrîş birine ser du dergehên sereke ku ji aliyê çekdarên Hizbullahê ve ji bo veguhestina bi hezaran çek, mûşek û bataryayên mûşekan ji bakurê Çemê Lîtanî ber bi başûrê çem ve dihatin bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, nêzîkî 10 komgehên çekan, bataryayên avêtina mûşekan û navendên fermandariyê yên Hizbullahê li başûrê Libnanê hatine armancgirtin û wêrankirin.
Ev êrîş di demekê de ne ku ji sibeha 8ê Nîsanê ve, Îsraîl bi dehan êrîşên asmanî dibe ser binkeyên Hizbullahê li Libnanê û di encama van êrîşan de heta niha bi sedan kes hatine kuştin.