Cîgirê Serokkomar: Îran dê bersiveke tund bide her binpêkirineke agirbestê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokkomarê Îranê radigihîne, hikûmet û hêzên çekdar ên welatê wî di amadebaşiya tam de ne ji bo rûbirûbûna her binpêkirineke agirbestê. Herwiha tekez kir jî, dê bersiveke "tund û poşmanker" bidin her destdirêjiyekê.

Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Ceifer Qaîmpena îro 9ê Nîsanê ragihand, hikûmet û hêzên çekdar di amadebaşiya tam de ne ji bo rûbirûbûna her egera binpêkirina agirbestê.

Cîgirê Serokkomarê Îranê hişyarî da û got: "Ji bo her cure destdirêjiyekê, wê bersiveke me ya tund û poşmanker hebe."

Ev daxuyanî di demekê de tê ku biryar e sibe Înê, şanda danûstandkar a Amerîka û Îranê li Îslamabadê, paytexta Pakistanê bicivin. Herwiha piştî ragihandina agirbestê, Tehranê çend caran Washington bi binpêkirina agirbestê tometbar kiriye.

Serê sibê roja çarşemê (8ê Nîsana 2026an), ji saet 03:00an ve, agirbesteke dualî ya 14 rojan di navbera Amerîka û Îranê de ket warê cîbicîkirinê. Biryar e roja Înê, bi navbeynkariya Pakistanê, guftûgoyên rastexwe yên her du welatan li Îslamabada paytext dest pê bikin, bi mebesta îmzakirina peymaneke aştiyê ya demdirêj.

Şerê di navbera Îran û "Bereya Berxwedanê" (li Iraq, Libnan û Yemenê) li dijî Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibata borî de dest pê kir û nêzîkî 40 rojan dewam kir. Ev şer bû sedema girtina Tengava Hurmizê ji bo dema pênc hefteyan û di encamê de qeyraneke aborî herêm girtibû; lê ragihandina vê agirbestê, rasterast bû sedema geşbûna borsayên cîhanê û daketina bihayê neftê.