Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê kir û pê re rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê û bizavên rûbirûbûna êrîş û xeteriyên li ser Kurdistanê û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê nîqaş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.
Di wê hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê û bizavên rûbirûbûna êrîş û xeteriyên li ser Kurdistanê û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hatin nîqaşkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî û rêz û hurmetên Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariya Hêzên Hevpeymanan tekez kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê tekez li ser berdewambûna piştgiriyê ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û tenahiyê û rûbirûbûna qebxwaziyan kir.