Pêşewa Hewramanî: Rêbaza Barzan dilovanî ye û neyarên me jî dîrokeke tije teror heye

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serê zarokên şehîdan maç dike û neyaran jî Eqîd Hawkar Caf, Lane û Amanc li ber çavên zarokên wan teror kirin.

Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Pêşewa Hewramanî îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) di peyamekê de rexneyên tund li wan kanal û aliyan kirin ên ku çûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo behiya şehîdekî Pêşmerge û hevjîna wî, ku bi xedir hatibûn şehîdkirin, lome kiriye.

Hewramanî di peyama xwe de tekez jî kir, "Di demekê de ku Hewlêr di bin gefên ewlehiyê de ye, Serokwezîr erkê xwe yê nîştimanî bi cih aniye, lê ev çi perwerde ye ku ewqas bêexlaq e, ku di kanalên qirêj û genî de êrîşî wî bikin û lomeyî wî bikin?"

Navbirî herwesa got, "Eger perwerdeya te teror û kuştina zarokan be, tu dê aciz bî ku Mesrûr Barzanî zarokê şehîdekî hembêz bike. Cudahî tam ev e: Kekê Mesrûr serê zarokên şehîdan maç dike û we jî Eqîd Hawkar Caf, Lane û Amanc li ber çavên zarokên wan teror kirin."

Endamê PDKê amaje jî kir, "Rêbaz û rêya Barzan dilovanî û maçkirina destê dayikên şehîdan û serê zarokên şehîdan e. Rê û rêbaza we jî heb, kuştin û teror e û serê we dê heta hetayê li beramberî şehîdên vê axê şor be."