Pakistan êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê bi tundî şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Pakistanê tekez kir ku, Îslamabad bi rastgoyî mijûlî bizavê ye ji bo çespandina aştiyê li deverê; ev yek jî ligel mêvandarikirina danûstandinên di navbera Tehran û Waşintonê de hevdem e.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Pakistanê îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) daxuyaniyek belav kir ku tê de hatîye: "Em êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Libnanê bi tundî şermezar dikin."

Li gorî wê daxuyaniyê, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf tekez li ser wê yekê kir ku Pakistan bi rastgoyî mijûlî bizava çespandina aştiyê li deverê ye. Amaje bi wê yekê jî kir ku, mêvandarikirina danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de di çarçoveya wan bizavên navneteweyî de ye yên ku welatê wî ji bo kêmkirina alozîyan dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha duhî (Çarşem, 8ê Nîsana 2026ê) şerê 39 rojî yê ligel Îranê bi dawî anî û ji bo dema du hefteyan agirbest ragihand.

Di çarçoveya wê agirbestê de, Waşinton û Tehran bi mercên hevdu razî bûn û herwesa biryar e ku Şemiya bê, 11ê Nîsana 2026ê, danûstandinên di navbera wan de li Îslamabada paytexta Pakistanê bi rê ve biçin.