Îran hişyariyeke tund dide Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdetiya Îranê gefên bersiveke tund û yekalîker li Îsraîlê dike, li beramberî êrîşên wê yên li ser Libnanê; Pakistan jî wekî navbeynkar tekez dike ku divê her agirbesteke bê kirin Libnanê jî vegire.

Serkirdeyên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê hişyariyeke tund didin Îsraîlê û tekezê li ser bersivdaneke yekalîker li hember wan êrîşên wêranker, ên ku li ser Libnanê hatine kirin, dikin.

Serokê Perlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê di peyamekê de ragihand ku, her binpêkirineke di agirbestê de dê "bersiveke tund" li pey xwe bîne.

Serokê Perlamentoya Îranê herwesa got ku, Libnan parçeyeke veneqetiyayî ya lihevkirina agirbestê ye û tu derfet ji bo paşveçûna ji vê pirsê nînin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî di peyamekê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê wekî "binpêkirineke eşkere" wesif kirin û ragihand: "Destê me li ser çekî ye û em tu carî pişta xwe nadin xwişk û birayên xwe yên Libnanî."

Serokkomarê Îranê hişyarî jî da ku, berdewamiya van êrîşan pêvajoya danûstandinê bêbaha dike.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Pakistanê jî her îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) daxuyaniyek belav kir ku tê de hatîye: "Em êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Libnanê bi tundî şermezar dikin."

Li gorî wê daxuyaniyê, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf tekez li ser wê yekê kiriye ku Pakistan bi rastgoyî mijûlî bizava çespandina aştiyê li deverê ye. Amaje bi wê yekê jî kir ku, mêvandarikirina danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de di çarçoveya wan bizavên navneteweyî de ye yên ku welatê wî ji bo kêmkirina alozîyan dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha duhî (Çarşem, 8ê Nîsana 2026ê) şerê 39 rojî yê ligel Îranê bi dawî anî û ji bo dema du hefteyan agirbest ragihand.

Di çarçoveya wê agirbestê de, Waşinton û Tehran bi mercên hevdu razî bûn û herwesa biryar e ku Şemiya bê, 11ê Nîsana 2026ê, danûstandinên di navbera wan de li Îslamabada paytexta Pakistanê bi rê ve biçin.