Fidan: Em hêvîdar in agirbest bi temamî bê bicihanîn û Libnanê jî vegire

Hakan Fidan
Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya herî nû de pêşwaziya pêşengiya Pakistanê ji bo ragihandina agirbesteke duhefteyî kir û ragihand ku, welatê wî dê hemî şiyanên xwe ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê li deverê bi kar bîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) konferanseke rojnamevaniyê ya hevpar ligel Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li dar xist û tê de got: “Enqere dê li ser bizavên xwe yên dîplomatîk bi merema gihîştina bi tenahiyeke berdewam û giştgir li deverê berdewam be.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir ku, welatê wî bi girîngî ve li pêvajoya agirbestê dinêre û hêvîdar e ku ev pêngav hemî deverên aloz û bi taybetî welatê Libnanê jî vegire.

Hakan Fidan di berdewamiya axaftina xwe de piştgiriya welatê xwe ji bo pêşengiya Pakistanê, ku pêşniyara agirbesteke duhefteyî kiriye, diyar kir û got: "Em pêşwaziya her bizavekê dikin ku bibe sedema rawestandina şer û xwînrijandinê, bi taybetî wê pêşengiya ku ji aliyê Pakistanê ve hatîye pêşniyarkirin."

Fidan di pareke din a daxuyaniyên xwe de hişyariyeke tund li ser helwestên Îsraîlê da û ragihand: "Divê hemî alî amadekariyan ji bo rûbirûbûna wan reftarên Îsraîlê bike, ku armanca wan têkdana jîngeha danûstandinan û çêkirina astengan li beramberî bicihanîna agirbestê ye."

Ev daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di demekê de ne, ku bizavên navneteweyî ji bo kêmkirina alozîyên Rojhilata Navîn û rêgirtina li berfirehbûna çarçoveya şer berdewam in.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha duhî (Çarşem, 8ê Nîsana 2026ê) şerê 39 rojî yê ligel Îranê bi dawî anî û ji bo dema du hefteyan agirbest ragihand.

Di çarçoveya wê agirbestê de, Waşinton û Tehran bi mercên hevdu razî bûn û herwesa biryar e ku Şemiya bê, 11ê Nîsana 2026ê, danûstandinên di navbera wan de li Îslamabada paytexta Pakistanê bi rê ve biçin.