Parlamentoya Iraqê bo diyarkirina Serokkomarê Iraqê dicive

Parlamentoya Iraqê
Parlamentoya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Iraqê bernameya rûniştina xwe ya bê belav kir û xala hilbijartina Serokkomarê Iraqê jî tê de heye.

Rêveberiya Karûbarên Parlamentoya Iraqê îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) daxuyaniyeke fermî belav kir û tê de eşkere kir ku, biryar e li roja Şemiyê, 11ê Nîsana 2026ê, Parlamentoya Iraqê rûniştina xwe ya hejmar 17 li dar bixe.

Di bernameya wê rûniştinê de hatîye ku, xala sereke ya wê civînê dê "Hilbijartina Serokkomarê Iraqê" be û ew rûniştin jî dê saet 11:00 ê berî nîvroyê bê destpêkirin.

Ev rûniştin di çarçoveya gera şeşê ya hilbijartinan û sala yekê ya danana qanûnan de ye, ku tê de aliyên siyasî bizavê dikin ku pirsên biryarder yekalî bikin.