Erdogan bo Pizîşkiyan: Divê danûstandinên Îran û Amerîkayê bo aştiyeke berdewam bên bikaranîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê di peywendiyeke telefonî de ligel Serokkomarê Îranê tekez li ser wê yekê kir ku, danûstandinên bê yên di navbera Tehran û Waşintonê de li Pakistanê ji bo pêkanîna aştiyeke herdemî bên bikaranîn.
Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) bi rêya telefonê axivîn û bal kişandin ser wan danûstandinên ku biryar e di çend rojên bê de li Pakistanê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bên kirin.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Serokatiya Tirkiyeyê, Erdogan ji Pizîşkiyan re ragihandiye: "Divê ew danûstandinên ku biryar e di çend rojên bê de bên kirin heta asta herî bilind ji bo merema pêkanîna aştî û tenahiya berdewam li deverê bên bikaranîn."
Ev peywendiya telefonî piştî wê yekê tê ku, Waşinton û Tehranê her duyan bi rengekî fermî tevlîbûna xwe di wan danûstandinan de piştrast kiriye, ku dê bi navbeynkarî û mêvandariya Pakistanê bên kirin, bi wê hêviyê ku alozîyên di navbera wan her du welatan de kêm bibin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha duhî (Çarşem, 8ê Nîsana 2026ê) şerê 39 rojî yê ligel Îranê bi dawî anî û ji bo dema du hefteyan agirbest ragihand.
Di çarçoveya wê agirbestê de, Waşinton û Tehran bi şertên hevdu razî bûn û herwesa biryar e ku Şemiya bê, 11ê Nîsana 2026ê, danûstandinên di navbera wan de li Îslamabada paytexta Pakistanê bên kirin.