Heyva Sor a Îranê amara zirarên madî yên 39 rojên şer belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranê amara dawiyê ya zirarên madî yên 39 rojên şerê li dijî welatê xwe eşkere kir û li gorî amaran, li seranserê Îranê zirar gihîştiye zêdetir ji 125 hezar cihên sivîl.

Serokê Komeleya Heyva Sor a Îranê Pîrhuseynê Kolîvend ragihand ku, 125 hezar û 630 cihên sivîl li seranserê Îranê ji ber şerê sepandî zirar dîtine, di nav wan de 100 hezar yekîneyên xwecihbûnê hene ku hin ji wan bi temamî xirab bûne.

Her li gorî gotina Kolîvend, ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê li seranserê Îranê 23 hezar û 500 cihên bazirganî ligel 339 navendên tenduristiyê, klînîkên bijîşkî û dermanxaneyan zirar dîtine.

Her ji ber wan êrîşan, 32 zanîngeh, 857 dibistan û 20 navendên Heyva Sor zirar dîtine.

Herwesa 15 jêrxaneyên wekî embarên sotemeniyê, balafirxane û balafirên sivîl jî zirar dîtine.

Hêza asmanî ya Amerîka û Îsraîlê bi hevparî êrîşên xwe yên yekê ji bo ser navendên leşkerî û dezgehên ewlehiyê yên Îranê li serê sibêha roja 28ê Sibata 2026ê dan destpêkirin.

Piştî 39 rojên şer û êrîşên balafirên şer û êrîşên bi dron û mûşekan, li dawiyê bi navbeynkariya Pakistanê agirbesteke demkî ji bo du hefteyan hat ragihandin û biryar e ku sibe (Şemî, 11ê Nîsana 2026ê) danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de li Îslamabadê bi rê ve biçin.