Mesrûr Barzanî serdana mala Şehîd Weysî Şêrwanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Soranê serdana mala Pêşmergeyê Şehîd Weysî Axir Seîd Şêrwanî kir û sersaxî ji bav û kesûkarên wî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re tekez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) li bajarê Soranê serdana mala Pêşmergeyê Şehîd Weysî Axir Seîd Şêrwanî kir, ku di êrîşa bi mûşekan a Îranê ya li ser Pêşmergeyan li devera Soranê de şehîd bûbû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji bav û kesûkarên Şehîd Weysî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re tekez kir.