Îran gefên bersivdaneke tund li Îsraîlê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Qerargeha "Xatemul Enbiya"yê ya Îranê ragihand ku, eger êrîşên li ser Libnan û Hizbulaha Libnanê berdewam bin, ew dê bi tundî bersivê bidin.

Îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) di roja sêyê ya lihevkirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, Ajansa "Fars"ê ya Îranî ji zarê çavkaniyeke haydar belav kir ku, Tehranê aliyê Pakistanî haydar kiriye ku niyeta wê nîne tevlî danûstamdinên aştiyê yên ligel Amerîkayê li Îslamabadê bibe, heta ku agirbesteke giştgir li Libnanê pêk neyê.

Ev biryara Tehranê di demekê de ye ku, Tehran û Îslamabad tekez dikin ku lihevkirina agirbestê ya di navbera Waşinton û Tehranê de Libnanê jî vedigire, lê Amerîka û Îsraîl dibêjin ku ew lihevkirin bi her du welatan (Îran û Amerîka) ve sînordar e.

Di eynî demê de ligel van aloziyên dîplomatîk, rewşa meydanî li Libnanê ber bi xirabbûnê ve çûye. Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê ragihand ku, di encama êrîşên vê dawiyê yên li ser deverên cuda yên welatê wî de, 203 kes hatine kuştin û nêzîkî hezar kesên din jî birîndar bûne.

Li beramberî wê yekê jî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tekez li ser berdewamiya operasyonên leşkerî yên welatê xwe li Libnanê kir û ragihand ku, rawestandina şer bi pêkanîna sê armancan ve girêdayî ye:

1. Çespandina ewlehiyê li deverên sînorî yên bakur.

2. Bêçekkirina Hizbulahê.

3. Bidestxistina lihevkirineke aştiyê.

Şareza û çavdêr li wê bawerê ne ku, ev şertên Îsraîlê û nerawestandina şerê li dijî Hizbulaha Libnanê dê bibin sedema hilweşandina agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de; herwesa îhtîmala serhildana şerekî berfireh li deverê çê dike û li pêşiya bidestxitina aştiyê li Rojhilata Navîn jî dibe asteng.