Libnan: Hejmara kuştiyan ji 1,900 kesan derbas bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşên asmanî yên Îsraîlê de yên ji 2ê Adarê ve, li Libnanê 1.953 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê amarên nû yên şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de belav kirin. Li gorî zanyariyan, ji 2ê Adara 2026an ve heta niha hejmara kuştiyan gihîştiye 1,953 kesan û 6,303 kes jî birîndar bûne. Di vê navberê de tîmên rizgarkirinê hîn jî li bin kavilan li term û windayan digerin.

firokeyên şer ên Îsraîlê îro 11ê Nîsanê êrîşeke asmanî birin ser bajarê Nebetiyeyê û rêya sereke ya Ziftayê ya li başûrê Libnanê. Jêderên ewlehiyê ragihandin, di êrîşa ser avahiya hikûmetê ya li Nebetiyeyê de, 13 endamên hêzên ewlehiyê yên Libnanê di dema peywira xwe ya fermî de hatine kuştin.

Li aliyê din, ji bo rawestandina şer gavin nû tên avêtin. Medyaya Libnanê ragihand, Serokwezîrê Libnanê Nawaf Selam dê roja duşemê biçe New Yorkê û li gel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres bicive.

Ev hevdîtin beriya yekemîn civîna balyozên Libnan û Îsraîlê tê kirin. Tê payîn ku di van hevdîtinan de rêyên gihîştina bi agirbestekê û destpêkirina danûstandinên fermî yên aştiyê werin gotûbêjkirin.