Tora Hişyariya Birçîbûnê: Lehiyan 6 hezar kes li Hesekê, Reqa û Dêrazorê koçber kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tora Hişyariya Zû ya li dijî Birçîbûnê ragihand, herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hîn jî bi krîzeke dijwar a ewlehiya xurekê re rûbirû ne û lehiya meha Adarê zirareke mezin gihandiye herêmê.

Tora Hişyariya Zû ya li dijî Birçîbûnê di rapora xwe ya roja înê, 10ê Nîsana 2026an de, bal kişand ser rewşa mirovî û aborî ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Di raporê de hat diyarkirin, ji ber lehiyê, koçberiyeke berfireh çêbûye û zeviyên çandiniyê zirar dîtine.

Li gorî raporê, lehiya ku li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêrezorê rabûbû, bû sedema mirina herî kêm 5 kesan û nêzîkî 6 hezar kes jî neçar man malên xwe bicih bihêlin. Herwiha hat ragihandin, 2 hezar û 400 xanî têk çûne yan jî zirar dîtine û 1500 hektar zeviyên çandiniyê di bin avê de mane.

Metirsiya teqemeniyan zêde bûye

Xetereyeke din a ku rapor behs dike ew e ku ava lehiyê mîn û teqemeniyên ku hîn nehatine teqandin birine nav zeviyên çandiniyê û herêmên niştecîhbûnê. Ev yek li herêmê dibe asteng ku cotkar û şivan bi ewlehî bigihîjin zevî û mêrgên xwe.

Êrîşên DAIŞê 

Tora Hişyariya Birçîbûnê destnîşan kir, berdewamiya êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê û neewlehiya li ser rêyan, bi taybetî armancgirtina tankerên petrolê, bandoreke xerab li bazirganî û dahata xelkê herêmê dike. Ji ber van êrîşan, gihîştina bazaran zehmet bûye û çalakiyên aborî kêm bûne.

Nirxê xurekê bilind dibe, hêza kirînê kêm dibe

Di raporê de hat diyarkirin, di meha Remezanê de nirxê xurekê, bi taybetî yê mirîşk û sebzeyan, gelekî bilind bûye. Hevdem digel zêdebûna nirxê sotemeniyê, hêza kirînê ya malbatan kêm bûye. Ev rewş dibe sedem ku krîza xurekê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê wekî pirsgirêkeke sereke berdewam bike.