Hikûmeta Şamê û HSDê 490 girtiyan azad dikin

Welatiyên Hesekê li bend gihîştina girtiyan in
Welatiyên Hesekê li bend gihîştina girtiyan in

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hesekê di çarçoveya rêkeftina 29’ê  Çileyê de, proseya pevguhertina dîl û girtiyan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de dest pê kir.

Li bajarê Hesekê îro 11ê Nîsanê proseya pevguhertina dîlan hat destpêkirin. Li gorî zanyariyan, di vê proseya pevguhertinê de Hikûmeta Sûriyeyê 400 endamên HSD’ê serbest berdide. Li beramberî vê yekê, HSD jî 90 girtiyên ku di destê wê de bûn radestî aliyê hikûmetê dike. Ev prose li bajarê Hesekê tê birêvebirin.

Hat ragihandin, şandeyeke taybet a serokatiyê û tîmên pê re gihîştine rasterast serperştî û çavdêriya proseya azadkirina girtiyan bikin. Ev pêngav wekî beşek ji cîbicîkirina rêkeftina ku di 29’ê Çileya borî de hatibû îmzekirin, tê nirxandin.

Li Kobanê daxwaza azadiyê

Hevdem digel destpêkirina pevguhertinê li Hesekê, li bajarê Kobanê jî xwepêşandanek hat lidarxistin. Welatiyên Kobanê daxwaz kirin ku hemû dîlên HSD’ê yên di destê hikûmetê de ne werin azadkirin. Xwepêşanderan bang li aliyan kir ku pabendî rêkeftinan bin, daku hemû girtî bi silametî vegerin nava malbatên xwe.

Kobanê