Eşwaq Caf: Em rê nadin aliyên Iraqî namzedê Serokkomariyê li ser Kurdan bisepînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera PDK’ê Eşwaq Caf ragihand, hewildanên ji bo lidarxistina rûniştina parlamentoyê ya hilbijartina Serokkomar, ji aliyê yasayî û siyasî ve bi pirsgirêk in û divê namzedê Kurd di "Mala Kurd" de were diyarkirin.

Parlamentera Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Dr. Eşwaq Caf ji Kurdistan24ê re bal kişand ser nakokiyên li ser rûniştina parlamentoyê û hilbijartina Serokkomar. Caf destnîşan kir ku ev pêvajo bi awayekî neyasayî tê meşandin.

Dr. Eşwaq Caf diyar kir, li gorî rêziknameya navxwe ya Parlamentoya Iraqê, divê her rûniştinek bi razîbûn û hevahengiya Desteya Serokatiya Parlamentoyê (Serok û her du cîgirên wî) were diyarkirin. Caf got: "Rûniştina îro bêyî razîbûna Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê hat amadekirin. Ev yek rûniştinê ji aliyê rêkarên yasayî ve dixe bin gumanê û em wê wekî neyasayî pênase dikin."

Derbarê posta Serokkomar de, Dr. Eşwaq Caf tekez kir ku ev post ji mafê gelê Kurd e û got: "Divê namzedê Serokkomar, bi îradeyeke Kurdistanî û di nav 'Mala Kurd' de were yekalîkirin. Ne guncayî ye ku aliyên ne-Kurd destwerdanê bikin û biryarê bidin ka dê kî bibe namzedê Kurdan. Divê derfet ji bo aliyên Kurdî were dayîn daku li ser namzedekî hevbeş li hev bikin, mîna ku Şîe û Sune bixwe namzedên xwe diyar dikin."

Caf bal kişand ser namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Serokwezîriyê jî û diyar kir, ev yek di nav malbata Şîe de bûye sedema nerazîbûnan û di asta navdewletî de jî têbînî li ser hene. Caf hişyarî da ku lezkirina di hilbijartina Serokkomar û Serokwezîr de bêyî "lihevkirina nîştimanî", dê qeyranan kûrtir bike û zirarê bigihîne proseya siyasî û aboriya Iraqê.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Dr. Eşwaq Caf tekez kir ku PDK û hevpeymanên wê girîngiyê didin parastina destûr û rêkarên yasayî. Herwiha got, heke rûniştin bi awayekî neyasayî û bêyî lihevkirinê were encamdan û Serokkomar were hilbijartin, ew ê serî li rêkarên destûrî û yasayî bidin, daku li dadgehê li dijî wê proseyê derkevin.