Nîzar Amêdî wekî Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berbijarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî, piştî ku di gera duyem a dengdanê de piraniya dengan bi dest xist, bû Serokkomarê nû yê Iraqê.

Di civîna îro ya Encşmena Nûneran a Iraqê de proseyê hilbijartina serokkomar bi rêve çû. Nîzar Mihemed Seîd Amêdî, ku berbijarê YNKê bû, karî di gera duyem a dengdanê de, 227 dengan bidest bixe û bibe serokkomar.

Di vê pêşbaziyê de, Musena Emîn ku hevrikê Amêdî bû, di gera duyem de tenê 15 deng bidest xistin. Bi vê encamê, Nizar Amêdî wekî serokê nû yê dewleta Iraqê hat ragihandin.

Nîzar Amêdî kî ye?

- Nav: Nîzar Mihemed Seîd Mihemed.

- Jidayîkbûn: 6ê Sibata 1968an li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye.

- Rewşa malbatî: Zewicî ye û bavê çar zarokan e.

- Xwendin: Ji Zanîngeha Mûsilê, di beşa Endezyariya Mekanîk de bawernameya Bekaloryosê wergirtiye.

- Karê siyasî: Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

- Ezmûna kar:

- Di navbera salên 1993 û 2003an de, kar di Ofîsa Serok Mam Celal de kiriye.

- Di navbera salên 2005 û 2022an de wekî şêwirmendê bilind ê sê serokkomarên Iraqê kar kiriye.

- Di navbera salên 2022 û 2024an de Wezîrê Jîngehê yê Iraqê bûye.

Tê çaverêkirin ku piştî sûndxwarina yasayî, Nizar Amêdî dest bi erkê xwe yê nû bike û berbijarê fraksiyona herî mezin a parlamenê ji bo pêkanîna hikûmeta nû raspêre.