Pizîşkiyan: Şanda Îranê li Pakistanê bi wêrekane berjewendiyên welat diparêze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan derbarê destpêkirina danûstandinên nû yên bi Amerîkayê re li Pakistanê ragihand, şanda wan bi hemû hêza xwe berjewendiyên Îranê diparêze.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 11ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X" peyamek weşand û tê de got: "Ew şanda Îranî ya ku li Pakistanê amade ye, bi hemû hebûn û şiyana xwe parêzvanên berjewendiyên Îranê ne û bi şêweyekî wêrekane danûstandinan dikin."
Pizîşkiyan di berdewamiya peyama xwe de destnîşan kir, proseya xizmetguzariya hikûmetê ji welatiyan re, ji bo kêliyekê jî ranaweste. Pizîşkiyan got: "Encama van danûstandinan her çi bibe, hikûmet dê di xizmeta xelkê de be û ji bo berjewendiyên gel dê karên xwe bidomîne."
Ev peyama Pizîşkiyan di demekê de tê, îro piştî 40 rojên şer, gef û ragihandina agirbestê, qonaxeke nû û girîng di navbera Îran û Amerîkayê de dest pê dike.
Danûstandin li Îslamabada paytexta Pakistanê tên kirin û vê carê danûstandin bi awayekî "rasterast birêve diçin.