New York Times: Piştî şikesta danûstandinan biryara bê di destê Trump de ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "New York Times"ê ya Amerîkayî di raportekê de belav kir ku, biryara dawiyê li ser pêngava bê ya îdareya Amerîkayê di danûstandinên ligel Îranê de niha di destê Donald Trump de ye; berpirsên Koçka Spî amaje bi wê yekê dikin ku, her biryareke bê dayîn, dê baceke giran a siyasî û stratejîk hebe.

Rojnameya “New York Times”ê ya Amerîkayî îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) di raportekê de eşkere kiriye ku, piştî ragihandina şikestina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de li Îslamabadê, niha biryara pêngava bê di destê Serokê Amerîkayê Donald Trump de ye.

Wê rojnameyê yek ji sedemên şikesta danûstandinan ji bo wê yekê vegerandiye ku Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance pêşniyareke dawiyê ji bo bidawîanîna bernameya atomî ya Îranê pêşkêşî Tehranê kiriye, lê ji aliyê Îranê ve hatiye redkirin.

Di pareke din a wê raportê de hatiye ku, stratejiya Trump li ser wê yekê rawestiyaye ku zexta leşkerî ya tund dê bibe sedema paşvekişandina Îranê, lê Tehran xweragriyê wekî serkeftina xwe dibîne û li wê bawerê ye ku ziraran ne tenê ew lawaz nekirine, belkî helwestên wan tundtir kirine.

Li ser danûstandinan jî amaje bi wê yekê kiriye ku, tîma Trump ji wê yekê ditirse ku bikeve nav dava danûstandinên demdirêj û aloz. Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff li wê bawerê ye ku, divê Îran bi sadeyî xwe bide destê Amerîkayê, ev yek jî ji aliyê çavdêran ve wekî daxwazeke nenas û dûrî rastiyê tê dîtin.

Li gorî wê raportê, yek ji arêşeyên sereke yên di navbera Îran û Amerîkayê de dewlemendkirina uranyumê ye; Îran destan jê bernade û Amerîka jî wê yekê wekî gefekê ji bo çêkirina çekê atomî dibîne.

Piştî 39 rojên şer, helwestên her du aliyan tundtir bûne; Trump niha gefên destpêkirina operasyonên leşkerî dike, bi taybetî ku dema agirbesta di navbera wan de li roja 21ê Nîsanê bi dawî dibe.

“New York Times”ê eşkere jî kiriye ku, her biryarek ji bo destpêkirina şer dê bandoreke xirab li ser nirxê enerjiyê û enflasyona cîhanî bike. Ji aliyekî din ve, pirsa vekirina Tengava Hurmizê wekî karteke zextê di destê Îranê de ye; Tehran daxwaza qerebûkirina zirarên şer û rakirina cezayan dike, lê Waşinton qerebûkirinê red dike.

New York Times amaje bi wê yekê jî dike ku, niha awayekî daxistina siyasî çê bûye; Waşinton ji ber hêza xwe ya leşkerî û Tehran jî ji ber xweragriya xwe, xwe wekî serkeftî dibînin. Ev rewş jî wesa dike ku qonaxa bê an ber bi danûstandinên gelek demdirêj ve an jî ber bi teqîneke nû ya leşkerî ve biçe.