Cewad Zerîf: Waşintonê dixwest şertên xwe li ser Tehranê bisepîne

Mihemed Cewad Zerîf
Mihemed Cewad Zerîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê berê yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku, Amerîka berpirsyara şikestina danûstandinên roja Şemiyê yên Îslamabadê ye, ji ber ku Waşintonê bizav kiriye ku şertên xwe li ser Tehranê bisepîne.

Wezîrê Derve yê berê yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye: "Tu danûstandinek ligel Îranê serkeftî nabe, eger li ser bingeha şertê me li hemberî şertê we be."

Mihemed Cewad Zerîf amaje bi wê yekê jî kir ku divê Amerîka fêr bibe ku nikare şertan li ser Îranê bisepîne û got: "Hêj ne dereng e ku Amerîka vê dersê werbigire."

Danûstandinên Pakistanê di navbera şandeke bilind a Amerîkayî bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û şandeke Îranî bi serokatiya Serokê Perlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf de bi rê ve çûn. Ev danûstandin ligel agirbesteke duhefteyî - di wî şerê ku Amerîka û Îsraîlê di dawiya meha Sibatê de li dijî Îranê dabû destpêkirin - hevdem bûn.

Li gorî malpera "Axios"ê ya Amerîkayî, du sedemên sereke li ber lihevkirinê bûne rêgir:

Daxwaza Îranê ji bo hebûna kontrolê li ser Tengava Hurmizê.
Redkirina Tehranê ji bo destberdana ji embarên uranyuma dewlemendkirî.
Ew danûstandin, ku duhî (Şemî, 11ê Nîsana 2026ê) hatin destpêkirin û heta serê sibêha îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) berdewam bûn, bê encam bi dawî hatin. Heta niha jî ne diyar e ka her du alî dê vegerin ser maseya danûstandinan an na, herwesa çarenivîsa wê agirbesta ku ji 7ê Nîsanê ve hatiye destpêkirin jî ketiye metirsiyê.