Libnan: Îranê bo azadkirina pereyên xwe yên astengkirî dest ji Libnanê berdaye

Adil Nesar
Adil Nesar

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Dadê yê Libnanê ragihand ku, destpêkirina danûstandinên rasterast di navbera Îran û Amerîkayê de guhertineke mezin e di helwesta Tehranê de. Amaje jî da ku, Îranê ji bo azadkirina pereyên xwe yên astengkirî dest ji şertê rawestandina giştî ya şer berdaye.

Wezîrê Dadê yê Libnanê Adil Nesar îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) di postekê de li ser platforma Xê nivîsiye: "Îranê şertê rawestandina giştî ya şer ji bo azadkirina pereyên xwe daye aliyekî.” Amaje jî daye ku, şanda Îranê çûye ser maseya danûstandinên rasterast ligel Amerîkayê.

Nesar pirsek arasteyî welatiyên welatê xwe kiriye û dibêje: "Piştî vê hemî şer, serkeşî, karesat û bereyên piştgiriyê, gelo hemî Libnanî negihîştin wê baweriyê ku yekane bijarde û rêya rizgariyê, tenê û tenê Libnan e?"

Ev daxuyaniyên Wezîrê Dadê yê Libnanê di demekê de ne ku, artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên tund ji bo ser başûrê Beyrûtê û deverên din ên Libnanê zêde kirine. Tevî ku berpirsên Îranê dibêjin agirbest Libnanê jî vedigire, lê raportên medyayî eşkere kiriye ku di danûstandinên Îslamabadê de bi tu awayî behsa dosyeya Libnanê nehatiye kirin.

Li gorî zanyaran, şandên her du welatan di danûstandinên Îslamabadê de tenê tekezî li ser vekirina Tengava Hurmizê, pereyên astengkirî yên Îranê û embarên uranyumê kiriye. Berpirsekî bilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ji bo medyayan piştrast kiriye ku, pirsa agirbesta Libnanê bi temamî ji wan danûstandinên ku li Îslamabadê ligel Tehranê hatine kirin cuda ye.

Ji aliyekî din ve jî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî razîbûna xwe li ser destpêkirina danûstandinên aştiyê ligel Libnanê diyar kiriye, lê bi du şertan: bêçekkirina Hizbulahê û îmzekirina peymannameyeke aştiyê ya rastîn ku ji bo gelek nifşan berdewam bike. Herwesa biryar e ku hefteya bê li Waşintonê, civînek di navbera Libnan û Îsraîlê de ji bo behskirina pirsa agirbestê bê lidarxistin.