Trump: Danûstandin ji ber xewna atomî ya Tehranê têk çûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, danûstandinên li Îslamabadê ji ber serhişkiya Îranê ya li ser projeya atomî şikestin û wî fermana dorpêçeke tam a li ser Tengava Hurmizê daye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê ragihand, hewildanên dîplomatîk ên li Pakistanê biser neketine. Trump fermana da Hêzên Deryayî yên Amerîkayê daku dorpêçeke tam û giştgir deynin ser Tengava Hurmizê.
Trump aşkere kir, şandeya wî ya astbilind (bi serokatiya JD Vance, Steve Witkoff û Jared Kushner) bi navbeynkariya Pakistanê, 20 saetan ligel şandeya Îranê civiyaye. Trump got: "Me li ser gelek xalan li hev kir, lê Tehran ne amade ye dest ji xewna xwe ya atomî berde. Ez dubare dikim; Îran dê ti carî nebe xwediyê çekên atomî."
Li gorî fermana nû ya Trump, Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dê destpêkê dest bi dorpêçkirina her keştiyekê bikin ku bixwaze di Tengava Hurmizê re derbas bibe. Trump Îran bi "wergirtina bacên neyasayî" û têkdana ewlehiya deryayî ya cîhanê tawanbar kir.
Trump ferman da ku her keştiya li avên navdewletî ku "bac yan jî rism" dabe Îranê daku di tengavê re derbas bibe, were kontrolkirin û desteserkirin.
Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got: "Hêzên deryayî û asmanî yên Îranê jinav çûne, sîstemên wan ên rader û berevaniyê bêkêr in. Xamineyî û piraniya serkirdeyên wan mirine." Trump hişyarî da ku her liv û tevgereke leşkerî ya Îranê ya li dijî Amerîkayê, dê bibe sedema "şandina wan bo dojehê."
Trump pesna serokatiya Pakistanê, bi taybetî Asim Munir û Şehbaz Şerîf kir ku mêvandariya danûstandinan kirine. Herwiha got ku serkirdeyên Pakistanê sipasiya Amerîkayê kirine ji ber ku Washingtonê rê li ber şerekî wêranker ê di navbera Pakistan û Hindistanê de girtiye.
Donald Trump got ku Amerîka di rewşa "Locked and Loaded" (Gule di devê lûleyê de û amadeyî teqandinê) de ye. Trump got: "Heke Tehran berdewam bike, artêşa Amerîkayê dê tiştên ku ji Îranê mane jî bi temamî hilweşîne."