Mehaceranî: Ji ber şer ziyan gihîştiye zêdetirî 125 hezar cihên sivîl
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Mehaceranî amarên giran ên şerê 39 rojî aşkere kirin û ragihand, di êrîşan de bi hezaran cihên sivîl û navendên tenduristiyê bûne armanc.
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Mehaceranî îro 12ê Nîsanê, li Tehranê di civîneke rojnamevanî de amarên nû yên ziyanên şerê li gel Amerîka û Îsraîlê belav kirin. Mehaceranî bal kişand ser zirara giran a ku gihîştiye binesaziya sivîl û kerta tenduristiyê.
Mehaceranî diyar kir, di encama êrîşan de bi giştî 125 hezar û 640 cihên sivîl ziyan dîtine. Ji vê hejmarê, nêzîkî 100 hezar yekeyên niştecîhbûnê (xanî) û 23 hezar û 500 cihên bazirganî ne.
Derbarê ziyanên giyanî û madî yên di kerta tenduristiyê de, Berdevka Hikûmetê got: "26 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha di êrîşan de, ziyan gihîştiye 226 polîklînîk û 49 navendên tenduristiyê."
Mehaceranî destnîşan kir, 339 navendên dermankirinê (di nav de nexweşxane, dermanxane, taqîgeh û navendên hewarhatinê) ziyan dîtine. Her wiha 41 ambûlans, 3 pasên hewarhatinê, 2 helîkopterên tenduristiyê û ambûlanseke deryayî ya li başûrê welat ji kar ketine.
Di warê perwerdeyê de jî diyar kir, ziyan gihîştiye 942 dibistanan; ji wan 18 dibistan %100 hatine rûxandin. Mehaceranî got, ew amadekariyan dikin daku ew dibistanên ku ziyan gihîştiye wan di nav 2-3 mehan de werin nûjenkirin.
Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de di 28ê Sibata 2026an de bi êrîşên asmanî dest pê kiribû. Îranê jî bi mûşekbarankirina Îsraîlê û armancgirtina baregehên Amerîkayê yên li navçeyê bersiv dabû. Piştî 39 rojên şerê dijwar, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê 8ê Nîsanê, agirbesteke du hefteyî ragihand û şer bi awayekî demkî hat rawestandin.