Rêveberê ADNOCê: Tengava Hurmuzê ne milkê Îranê ye ku wê bigire
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Neteweyî ya Petrolê ya Abu Dhabi (ADNOC) Sultan Cabir, bi tundî li dijî gefên Tehranê derket û ragihand, girtina Tengava HurmIzê nayê qebûlkirin.
Rêveberê ADNOCê Sultan Cabir îro yekşemê 12ê Nîsanê, di peyameke li ser tora civakî "X"ê de ragihand, "Tengava Hurmuzê ti carî nebûye milkê Îranê daku bikaribe wê bigire an jî geştên deryayî tê de sînordar bike."
Sultan Cabir bal kişand ser girîngiya stratejîk a navçeyê û got: "Her cure astengkirina hathatinê li vê tengavê, tê wateya birîna şahdamara aboriya cîhanî. Ev yek metirsiyeke rasterast e li ser ewlehiya enerjî, xurek û tenduristiya hemû welatên cîhanê."
Sultan Cabir di dawiya peyama xwe de hişyariyên tund dan û got: "Ev reftarên neyasayî, xeternak û nayên qebûlkirin in. Cîhan nikare li beramberî vê yekê bêdeng bimîne û dê rê nede ku karekî wiha rû bide."
Ev daxuyaniya ji aliyê Îmaratê ve di demekê de tê, piştî şikestina danûstandinên li Pakistanê, metirsiya girtina Tengava Hurmizê û dorpêçên deryayî careke din peywendiyên navdewletî û bazara petrolê aloz kiriye.