Li Tirkiyeyê 1411 girtiyên nexweş li benda azadiyê ne

Stenbol (K24) – Li girtîxaneyên Tirkiyeyê 1411 girtiyên nexweş hêvî dikin di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de werin azadkirin. Li gor Komeleya Mafê Mirovan û yasanasan gelek derfetên yasayî bo azadkirina girtiyên nexweş hene lê li ser azadiya wan nek yasa, keşûhewaya siyasî ya welêt biryarê dide. 

Ji bo azadkirina girtiyên nexweş li sê bajarên wekî Stenbol, Enqere û Edeneyê di pêşengtiya Komeleya Mafê Mirovan de çalakiyeke hevdem bi rê ve çû. 

Di çalakiya li Stenbolê de behsa rewşa tenduristiya girtiyekî 72 salî yê bi navê Mihemed Alî Tosun hate kirin û di kesayetiya wî de hate tekezkirin ku, azadiya girtiyên nexweş ne nîşaneya nîyetpakî, pêwîstiyeke yasayî ye.

Hevseroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Jiyan Tosun ji K24ê re got: “Di rapora me ya dawî de, li gorî daneyên salên 2024-2025’an, li girtîgehan 1411 girtiyên nexweş hene. Ji van nîvî di rewşeke pir xerab de ne. Bi taybetî rewşa 334-335 girtiyan di asta 'giran' de ye. Em hêvî dikin ku qet nebe di qonaxa pêşiya me de, ev pêvajo ber bi yasayekê ve biçe ku rê li ber azadiya van girtiyan veke, daku bikaribin li derve werin dermankirin.”

Gelek derfetên yasayî yên wekî xala 16mîn a yasaya înfazê, deshilata bexşandinê ya Serokomarî, rapora erenî ya Saziya Tiba Dadê bo azadkirina girtiyên nexweş hene. 

Lê yasanasek dibêje, ev derfet girêdayî keşûhewaya siyasî ya welêt e. Ev keşûhewa dikare girtiyên nexweş azad jî bike, bi mirinê re rûbirû jî bihêle.

Mafperwer Gulseren Yolerî got: “Li gor xala 16emîn a yasaya înfazê, heke girtiyek nexweş nekare li nexweşxaneyê derman bibe, bi merca ku cezaya wî were paşxistin dikare azad bibe. Herwiha deshilata Serokomarî jî heye û dikare girtiyek nexweş bibexşîne. Riya sêyem jî rapora Saziya Tiba Dadî ye û dikare bi raporeke erenî  rê ji azadiya girtiyeke nexweş re veke. Lê Saziya Tiba Dadî serbixwe û bêalî niye û biryarên wê girêdayî keşûhewaya siyasî ne. Li gor me divê nexweşxaneyeke serbixwe vê raporê bide. Carna rapora erenî bo girtiyan derkeve jî nayên azadkirin. Ji ber ku xala 16emîn a yasaya înfazê wê mercê tîne pêşiya girtiyan ku li ser asayîşa civakê gef nebin. Yanî dozgerî an jî asayîş bi hinceta ku girtiyê nexweş li ser civakê gef e, dikare rapora wî qebûl neke.”

Li girtîxaneyên Tirkiyeyê hezar û 411 girtiyên nexweş hene û rewşa 334 ji wan giran e. Meha borî girtiyekî nexwşe yê bi navê Mihemed Edîp Taşarê 70 salî digel hemû bangawaziyan nehatibû azadkirin û li nexweşxaneya ku derman dibû, canê xwe ji dest dabû.