Supaya Pasdaran: Tengava Hurmuzê di bin kontrola me de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, hêzên wan bi temamî kontrola Tengava Hurmizê di destê xwe de digirin û hişyarî da ku her "şaştiyeke leşkerî" ya dijmin dê bibe sedema karesatekê.

Fermandariya Hêzên Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê îro 12ê Nîsanê li ser tora civakî "X" daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, "hemû çûnûhatina deryayî ya li navçeyê di bin çavdêrî û kontrola hûr a hêzên çekdar ên Îranê de ye."

Supaya Pasdaran vîdyoyek jî belav kir ku tê de keştiyên şer di lûleya nîşangirên Îranê de têne nîşandan. Di peyamê de hişyariyeke tund hat dayîn: "Heke dijmin bikeve nav ti liv û tevgereke şaş, dê di nav Tengava Hurmizê de di nav bagereke kujer de werin girtin."

Ev helwesta tund a Supaya Pasdaran piştî wê yekê hat, Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana dorpêçkirina deryayî ya li ser Tengava Hurmizê da. Ev biryara Washingtonê, aloziyên di navbera her du welatan de gihand qonaxeke nû û metirsîdar.

Tengava Hurmizê ji bo bazirganiya petrolê ya cîhanê, wekî xala herî stratejîk û "şahdamara" enerjiyê tê hejmartin. Pisporên aboriyê hişyarî didin ku her cure pevçûneke leşkerî li vê navçeyê, dê metirsiyeke mezin li ser ewlehiya enerjiyê û aboriya hemû cîhanê çêbike.