Wezîrên Derve yên Tirkiye û Pakistanê danûstandinên Amerîka û Îranê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hevtayê wî yê Pakistanî Ishaq Dar, di peywendiyeke telefonî de şikestina danûstandinên navbera Washington û Tehranê gotubêj kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Ishaq Dar, îro 12ê Nîsanê peywendiyeke telefonî encam dan.

Di vê hevdîtinê de her du wezîran li ser rewşa dawî ya navçeyê û encamên danûstandinên navbera Amerîka û Îranê yên li Îslamabadê sekinîn.

Danûstandinên Amerîka û Îranê, piştî civîneke 21 saetî, bêyî ku bigihîjin ti rêkeftinekê bidawî bûn. Welatên navçeyê jî balê dikişînin ser egera destpêkirina cardin a şer.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di konferanseke rojnamevaniyê de li Îslamabada paytextê Pakistanê ragihand: "Şandeyên Washington û Tehranê 21 saetan danûstandin kirin, lê negihîştin rêkeftineke wisa ku her du alî pê razî bin." 

Vance her wiha anî ziman ku wan wekî aliyê Amerîkî pêşniyarên herî baş pêşkêşî aliyê Îranê kirine, lê wî red kir ku hûrgiliyên zêdetir ên naveroka pêşniyaran ji raya giştî re aşkere bike.