Pizîşkiyan: Heke Amerîka dest ji siyaseta serdestîxwaz berde, rêkeftin pêkan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, her çend danûstandinên Îslamabadê bê encam bû jî, hîn derfeta rêkeftinê heye, lê bi şertê ku Amerîka dest ji siyaseta xwe ya "serdestîxwaz" berde.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro yekşemê 12ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê bertek nîşanî encamên danûstandinên dawî yên li Pakistanê da. Pizîşkiyan di peyama xwe de deriyê dîplomasiyê vekirî hişt, lê kilîta çareseriyê xist destê guhertina reftarên Washingtonê.

Pizîşkiyan di peyama xwe de nivîsî: "Heke hikûmeta Amerîkayê dest ji serdestîxwaziyê (totalîtarîzm) berde û rêz li mafên gelê Îranê bigire, bêguman rêyên gihîştina bi rêkeftinê dê werin dîtin." 

Ev daxuyanî di demekê de tê, şandeyên her du welatan li Îslamabadê li ser gelek xalên serekî li hev nehatibûn.

Serokkomarê Îranê wekî nîşana yekrêziya navxweyî, pesnê şandeya welatê xwe ya danûstandinkar da û got: "Ez spasiya endamên şandeya danûstandinkar, bi taybetî Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf dikim."

Ev helwesta Pizîşkiyan piştî wê yekê hat, Mihemed Baqir Qalibaf, piştî vegera ji Pakistanê, bi tundî bersiva gefên Donald Trump dabû. Qalibaf diyar kiribû ku Amerîka "deyndarê gelê Îranê ye" û divê Washington hewl bide baweriyê ava bike, ne ku bi zimanê gefan daxuyaniyan bide.