Wall Street Journal: Trump bijardeya êrîşa sînordar gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya "Wall Street Journal" ragihand, Donald Trump û şêwirmendên wî ji bo derbaskirina binbesta dîplomatîk, êrîşên leşkerî yên sînordar li dijî Îranê gotûbêj dikin. Hevdem dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê îro bi fermî ket warê cîbicîkirinê.

Li gorî nûçeya rojnameya Amerîkî "Wall Street Journal", Serokê Amerîkayê Donald Trump û tîma wî ya ewlehiyê niha li ser planên leşkerî mijûl dibin. Jêderên nêzîkî Koşka Spî diyar dikin, Trump bijardeya "şerekî giştgir û berdewam" kêm dibîne, lê li şûna wê giranî daye ser "êrîşên leşkerî yên sînordar" û "dorpêça deryayî" daku Tehranê neçarî paşdevekişînê bike.

Donald Trump li ser platforma xwe ya "Truth Social" ragihand, Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dest bi kontrolkirina çûnûhatina li Tengava Hurmizê kirine. Trump Îran bi "seraneya cîhanî" û çandina mînan di avên navdewletî de tawanbar kir û got: "Min ferman da Hêzên Deryayî ku her keştiyek ku di avên navdewletî de bac dabe Îranê, were kontrolkirin. Em ê dest bi rakirina mînên ku Îranê çandine bikin."

Trump herwiha hişyarî da, her êrîşeke Îranê ya li dijî keştiyên Amerîkî yan yên bazirganî, dê bi tundî were bersivandin. Trump tekez kir, ev dorpêç bi armanca rêgirtina li ber fînansekirina bernameya atomî ya Îranê ye û welatên din jî dê tevlî vê dorpêçê bibin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, ji îro duşemê, 13ê Nîsanê, saet 10:00an (bi dema Amerîkayê), qedexeya çûnûhatina deryayî ya li ser benderên Îranê bi fermî dest pê kiriye.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, ev biryar li ser keştiyên hemû welatan bi awayekî wekhev tê sepandin. Lê belê hat destnîşankirin ku ev qedexe tenê benderên Îranê digire nav xwe û rê li ber keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbasî benderên welatên din ên navçeyê dibin, nayê girtin.