Mark Kimmitt: Ji bo Îranê "Plana B" ket warê cîbicîkirinê
Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mark Kimmitt ragihand, piştî şikestina danûstandinên li Îslamabadê, Washingtonê dest bi cîbicîkirina "Plana B" kiriye ku dorpêçkirina Tengava Hurmizê di nav de ye.
Piştî ku hewildanên dîplomatîk ên li Pakistanê bê encam man, Amerîka stratejiya xwe ya li beramberî Tehranê guhert. Alîkarê berê yê Wezîrên Şer û Derve yê Amerîkayê Mark Kimmitt aşkere kir ku "Plana B" êdî ne tenê bijardeyek e, lê bi rêya "ferzkirina dorpêça deryayî li ser Tengava Hurmizê" ketiye warê cîbicîkirinê.
Ev helwesta Kimmitt, piştî daxuyaniya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance hat ku tê de şikestina danûstandinên rasterast ên bi Îranê re ragihandibû. Pispor vê yekê wekî "werçerxaneke dramatîk" dinirxînin; Amerîka ji maseya danûstandinan ber bi amûrên guşara jiyopolîtîk û leşkerî ve gavan diavêje û "şahdamara" enerjiyê ya cîhanê dike armanc.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî duh 12ê Nîsanê piştrast kiribû ku ew ê di demeke nêz de dorpêçeke giran li ser Tengava Hurmizê deynin daku rê li ber liv û tevgera Îranê bigirin.
Li aliyê din, Îranê jî helwesta xwe tundtir kiriye û wekî bersivekê ji bo gefên Trump, daxwazên nû danîne pêş. Tehranê ragihand, divê bacên derbasbûna di Tengava Hurmizê re bi fermî bi "Riyalê Îranî" were dayîn.
Li gorî raporên medyayî, Îran plan dike ku çûnûhatina keştiyan li tengavê birêkûpêk bike û tenê rê bide hejmareke sînordar a keştiyan. Tê gotin ku Îran dixwaze ji bo derbasbûna her keştiyekê 2 mîlyon dolar bac bistîne. Ev biryar metirsiya pevçûneke nû li ser rêya enerjiyê yên cîhanê zêde dike.