Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî: Tu welatekî mafê girtina Tengava Hurmizê nîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî rexne li biryara hikûmeta Îranê ya girtina Tengava Hurmizê û bicihanîna biryara dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser Îranê digire û dibêje: "Tu welatekî mafê wê yekê nîne ku Tengava Hurmizê bigire."
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî Arsenio Dominguez îro (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de got: "Li gorî qanûna navneteweyî, tu welatekî mafê wê yekê nîne ku Tengava Hurmizê li ber liv û tevgera deryayî bigire an bibe xeter û gef li ser ewlehî û azadiya tevgera deryayî li tengavên navneteweyî."
Ev daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî di demekê de ye ku, piştî şikestina danûstandinên Amerîkayê ligel Îranê li Îslamabada paytexta Pakistanê, piştî nîvroya îro Duşemê, Waşintonê dorpêça deryayî dana ser bender û liv û tevgera keştiyên Îranê.
Ev jî di demekê de ye ku, Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka êrîşên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê li 28ê Sibata îsal ve Tengava Hurmizê li ber tevgera deryayî û keştiyên bazirganiyê yên deverê girtibû.