Trump: Me 158 keştiyên Îranê têk birine
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku, hêza deryayî ya Îranê bi temamî hatiye têkbirin û 158 keştiyên wê hatine binavkirin; herwesa haydariyeke tund li ser her bizaveke ji bo nêzîkbûna ji wê dorpêça deryayî ya ku Amerîkayê li ser benderên Îranê sepandiye arasteyî Tehranê kir.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 13ê Nîsana 2026ê) di tora civakî ya “Truth”ê eşkere kir ku, hêzên Amerîkayê kariye hêza deryayî ya Îranê "bi temamî tune bikin". Amaje bi wê yekê jî kir ku, 158 keştiyên cengî yên wî welatî hatine têkbirin.
Donald Trump herwesa got: "Tiştê mayî tenê hejmareke kêm e ji wî tiştê ku Îranî jê re dibêjin keştiyên êrîşker ên bilez, ji ber ku me wekî gefeke cidî li wan neneriye."
Navbirî haydariyeke tund da û ragihand: "Heke her yek ji van keştiyan dorpêçên deryayî binpê bike, dê yekser bê tunekirin." Trump awayê tunekirina wan keştiyan şiband wî sîstemê ku li dijî bazirganên madeyên hişbir di deryayan de tên bikaranîn û got: "Ew sîstem gelekî bilez û hovane ye."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev serkeftina leşkerî bi kampanyayên rûbirûbûna madeyên hişbir ve girê da û îdîa kir ku, ji ber tundiya rêkarên wan ên deryayî, "98.2% ya wan madeyên hişbir ên ku di rêya okyanûs û deryayan de dihatin nav Amerîkayê hatine rawestandin."
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku alozî li deverê gihîştine lûtkeyê; Amerîkayê dorpêça deryayî xistiye ser benderên Îranê, piştî ku danûstandinên di navbera wan de li Pakistanê bi ser neketin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku, ji îro (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) ve bi rengekî fermî dest bi bicihanîna dorpêça deryayî li ser hemî wan keştiyan dike yên ku diçin nava benderên Îranê yan jê derdikevin; ev jî wekî bersiveke rasterast ji bo şikestina danûstandinan e.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, hêzên wan dê saet 17:00 ê êvariya îro Duşemê dest bi bicihanîna dorpêça deryayî li ser hemî keştiyan li benderên Îranê dikin.