Behreynê Karbidestê Balyozxaneya Iraqê ji ber êrîşên bi dronan bang kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Şahnişîniya Behreynê bi rengekî fermî Karbidestê Balyozxaneya Iraqê li Menameyê bang kir, wek nerazîbûnekê li hemberî wan êrîşên bi dronan ên ku ji nav axa Iraqê ve arasteyî welatên Kendavî tên kirin, tevî ku agirbesteke demkî di navbera Amerîka û Îranê de heye.
Wezareta Derve ya Behreynê îro (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) Karbidestê Balyozxaneya Iraqê li Menameyê Ehmed Îsmaîl bang kir û nameyeke nerazîbûnê ya tund da destê wî. Ajansa fermî ya Behreynê (BNA) belav kir ku, welatê wan bi tundî "berdewamiya êrîşên bi dronan ji nav axa Iraqê bo ser Behreynê û welatên din ên Encumena Alîkariya Kendavî" şermezar dike.
Behreyn welatê duyê yê Erebî ye ku di nava du rojan de vê pêngavê diavêje, piştî Erebistana Siûdî jî li roja Yekşemê her ji ber wê sedemê Nûnerê Iraqê bang kiribû. Menameyê daxwaz ji Bexdayê kiriye ku "bi rengekî bilez û berpirsiyarane" rûbirûyê van gef û êrîşan bibe ku tenahiya deverê dixin xeterê.
Iraq di çarçoveya şerê Amerîka û Îsraîl ligel Îranê de bûye yek ji qadên sereke yên hevrikiyê û gelek caran bingehên Amerîkayê û balyozxaneya wî welatî li Bexdayê, herwesa ligel komên çekdar ên alîgirên Îranê, hatine armancgirtin.
Tevî ku komên çekdar ên li Iraqê ragihandibûn ku di dema agirbesta demkî de dê êrîşên xwe rawestînin, lê berdewamiya êrîşên bi dronan li ser welatên Kendavî berevajî wê sozê xuya dike.
Welatên Behreyn, Urdin, Kuweyt, Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratê li meha borî di daxuyaniyeke hevpar de daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiribû ku, pêngavên cidî ji bo rêgirtina li wan komên çekdar biavêje yên ku axa Iraqê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran bi kar tînin.