Îran: Her bizaveke leşkerî ya Amerîkayê li Tengava Hurmizê dê ser nekeve
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Îranê amaje bi wê yekê kir ku, her desttêwerdaneke leşkerî di Tengava Hurmizê de dê bibe sedema zêdebûna qeyranan.
Wezareta Berevaniyê ya Îranê îro (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) ragihand ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump di her bizaveke desttêwerdana leşkerî de li Tengava Hurmizê dê ser nekeve.
Di pareke din a wê daxuyaniyê de hatiye: "Her desttêwerdaneke leşkerî di wê tengavê de dê bibe sedema zêdebûna qeyranan û çêbûna bêîstîqrariyê di Ewlehiya enerjiya cîhanî de."
Donald Trump jî ji aliyê xwe ve di peyameke nû de eşkere kir ku, duhî (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) 34 keştî karîne di nava Tengava Hurmizê de derbaz bibin. Trump ev hejmar wekî pêşkeftineke mezin di qonaxa dorpêçê de bi nav kir û pêvajoya girtina wê tengavê ji aliyê Îranê ve wekî "girtineke ehmeqane" bi nav kir.
Ev jî di demekê de ye ku, Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka êrîşên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê li 28ê Sibata îsal ve Tengava Hurmizê li ber tevgera deryayî û keştiyên bazirganiyê yên deverê girtibû.