Trump: Îranê peywendî bi me kiriye û dixwaze bi her bihayî lihevkirinê bike

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê eşkere kir ku, Tehranê bi merema gihîştina bi lihevkirineke bilez peywendî bi Waşintonê kiriye; lê tekez jî kir ku, şertê wan ê sereke radestkirina uranyuma dewlemendkirî û rêgirtina tam li Îranê ye ku bibe xwediya çekê atomî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke nû de li beranberî Koçka Spî eşkere kir ku, "vê sibehê ji aliyê kesên guncayî û peywendîdar ve peywendî bi me re hatiye kirin, ew dixwazin lihevkirinekê bikin." Trump amaje bi wê yekê jî kir ku, Îranî "gelek ji dil" dixwazin bigihîjin encamekê û hevrikiyan bi dawî bînin.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de êrîşeke tund kir ser siyasetên Tehranê û got: "Nabe em rêyê bidin ku welatek cîhanê bidoşe an gefan lê bike. Tiştê ku ew dikin tam rûtkirina cîhanê ye û em rêyê nadin ev yek berdewam bibe."

Trump careke din xetên sor ên Amerîkayê tekez kirin û ragihand: "Îran tu carî nabe xwediya çekê atomî." Di derheqa çarenivîsa madeyên atomî de jî got: "Em uranyuma dewlemendkirî werdigirin; yan ew dê bidin me an jî em bi xwe dê dest deynin ser."

Herwiha di peyameke nû de jî li ser tora civakî ya “Truth”ê eşkere kir ku, duhî (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) 34 keştî karîne di nava Tengava Hurmizê de derbaz bibin. Trump ev hejmar wekî pêşkeftineke mezin di qonaxa dorpêçê de bi nav kir û pêvajoya girtina wê tengavê ji aliyê Îranê ve wekî "girtineke ehmeqane" bi nav kir.

Serokê Amerîkayê li ser rewşa niha ya meydanî jî amaje bi wê yekê kir ku, niha tu şer û pevçûnek nîne, lê dorpêçeke tund li ser Îranê hatiye sepandin. Trump got: "Îran niha tu bazirganiyekê nake û em dê wê bi wî awayî bihêlin. Hêza deryayî ya wan jî nemaye û ji nav çûye."

Trump di pareke din a axaftina xwe de bersiva rexnegiran da û amaje bi wê yekê kir ku, ew li beramberî wan kesên ku li dijî siyasetên wî yên li ser mijara Îranê bûn lêborînê naxwaze; ji ber ku bi gotina wî, rêdana bi Îranê ku bibe welatekî xwedî-atom dê bibe sedema kuştina bi sedan milyon kesan.