Axios: Amerîkayê ji Îranê xwestiye ku dewlemendkirina uranyumê 20 salan rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Malpera “Axios”ê ji zarê berpirsên Amerîkayî û çavkaniyên haydar belav kiriye ku, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di danûstandinên vê dawiyê yên Pakistanê de şertê rawestandina 20 salan a dewlemendkirina uranyumê daniye ber Îranê; lê Tehran amade ye ku tenê ji bo heyameke kêmtir ji 10 salan dewlemendkirinê rawestîne. Ev duberekiya mezin jî li ber gihîştina bi lihevkirina dawiyê bûye rêgir, berî dema bidawîbûna agirbestê di 21ê Nîsanê de.

Li gorî rapora “Axios”ê, mijara dewlemendkirina uranyumê û çarenivîsa embarên Îranê girêhişka herî mezin a danûstandinên dawiya hefteya borî li Îslamabadê bû. Amerîkayê daxwaz kiriye ku Îran herî kêm ji bo dema 20 salan dewlemendkirinê rawestîne û hemî embarên uranyuma xwe ya dewlemendkirî jî ji bo derveyî welat veguhêze.

Li beramberî wê yekê jî, Îranê pêşniyar kiriye ku heyama rawestandina dewlemendkirina uranyumê kêmtir be û li şûna şandina uranyumê ji bo derve, li hundirê welat û di bin çavdêriyê de tîrbûna wê bê kêmkirin.

Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku, şanda Îranê wesa hîs kiriye ku ew nêzîkî lihevkirinê ne, lê konferansa rojnamevaniyê ya Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance —ku tê de Îran bi şikestina danûstandinan tawanbar kir û vegera şandê ji bo Waşintonê ragihand— Îranî tûşî şok û hêrsê kirine.

Her di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê ÎsraîlêBenjamin Netanyahu eşkere kir ku Vance di peywendiyeke telefonî de jê re gotiye ku şertê wan ê sereke nemana dewlemendkirina uranyumê ji bo gelek dehsalên bê ye.

Tevî vê bidawîbûnê, navbeynkarên Pakistan, Misir û Tirkiyeyê li ser bizavên xwe berdewam in. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ragihandiye ku her du alî li ser bingeha agirbestê cidî ne, û pêşniyar kiriye ku agirbest ji bo 45 heta 60 rojên din bê dirêjkirin da ku derfet ji bo dîplomasiyê bimîne.

Hakan Fidan haydarî jî da ku, heke mijara dewlemendkirinê bibe "her tişt yan tu tiştek", wê demê pêvajoya aştiyê dê rûbirûyî astengiyên xeter bibe.

Ev pêşveçûn di demekê de ne ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump dorpêça deryayî xistiye ser benderên Îranê, wek amrazeke zextê da ku Tehranê neçar bike ku şertên atomî yên Waşintonê qebûl bike.