Îsraîlê kuştina 250 serkirde û çekdarên Hizbulahê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku, hêzên "Fîrqeya 98ê" bajarokê stratejîk ê Bint Cibêlê li başûrê Libnanê bi temamî dorpêç kiriye û êrîşeke dijwar li ser wî bajarokî daye destpêkirin; eşkere jî kir ku, di mezintirîn êrîşa xwe ya li ser Libnanê de, wan zêdetir ji 250 serkirde û çekdarên Hizbulahê kuştine.
Artêşa Îsraîlê îro (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) ragihand ku pêvajoya dorpêçkirina bajarokê Bint Cibêlê bi dawî bûye û di encama pevçûnên rasterast û êrîşên asmanî de, zêdetir ji 100 çekdarên Hizbulahê li wê deverê hatine kuştin.
Bint Cibêl ji bo Hizbulahê xwediya semboleke mezin e, ji ber ku Hesen Nesrulah li sala 2000ê li wê derê gotara serkeftinê pêşkêş kiribû û Îsraîl "ji mala pîrhebokê lawaztir" wesif kiribû.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, hêzên wan dest danîne ser bi sedan çekan û bi dehan bingehên jêrxxaneya Hizbulahê li wê deverê wêran kirine. Li beramberî wê yekê jî, Hizbulah tekez dike ku çekdarên wan di nava wî bajarokî de—ku tenê 5 kîlometreyan ji sînor dûr e—rûbirûyî hêzên Îsraîlê dibin û zirar gihandiye timbêlên wan ên leşkerî.
Artêşa Îsraîlê di pareke din a daxuyaniyê de amara êrîşa mezin a 8ê Nîsanê belav kir û ragihand ku, 250 çekdar û serkirdeyên Hizbulahê li Beyrût, Bîqa û başûrê Libnanê hatine kuştin. Di nav wan kuştiyan de gelek serkirdeyên payebilind hene, wekî Hesen Fermandarê Desteya Piştgiriya Lojîstîk Mistefa Nasir, Elî Qasim, Ebû Elî Ebas, Elî Hicazî, Fermandarên payebilind ên Yekîneya Hewalgiriyê û Cîgirê Fermandarê Hêza Mûşekî ya Hizbulahê Ebû Mihemed Hebîb.
Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Rakan Nasiridîn ragihand ku, êrîşên dijwar ên Îsraîlê bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan kesan li deverên cuda cuda yên Libnanê. Çavkaniyên navxweyî amajeyê bi wê yekê dikin ku, tenê di êrîşên îro de hejmara qurbaniyan ji 300 kesan derbaz bûye.