Tevî şikestina danûstandinan Amerîka û Îran li ser danûstandinan berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên Amerîkayî eşkere kir ku, tevî şikestina danûstandinên Îslamabadê di dawiya hefteya borî de, peywendî û danûstandin di navbera Waşinton û Tehranê de nesekinîne û amaje bi hebûna pêşkeftinan ji bo gihîştina bi lihevkirineke dawiyê ji bidawîbûna şer dikin.

Li gorî raporteke tora nûçeyan a “CBS News”ê, berpirsên Amerîkayê ragihandiye ku şanda Amerîkayê û serkirdeyên Îranê hîn jî di peywendiyê de ne. Berpirsekî payebilind, ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, ji wê torê re ragihandiye: "Di bizavên me yên ji bo gihîştina bi lihevkirinê de, pêşkeftin heye."

Herwesa ajansa Reutersê jî li ser zarê berpirsekî Amerîkayî pişrast kiriye ku, peywendiyên berdewam ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de nîşana pêşkeftinê ne di bizavên ji bo dîtina xalên hevpar di navbera her du aliyan de.

Ev pêşkeftina dîplomatîk di demekê de ye ku gera pêşiyê ya danûstandinên Îslamabadê ji ber duberekiyên li ser mijara atomî bê encam bi dawî hatibû, lê berdewamiya peywendiyan nîşan dide ku her du alî, tevî aloziyên leşkerî û dorpêçên deryayî, hîn jî cidî ne ku berî bidawîbûna dema agirbestê çareseriyeke siyasî bibînin.

Ev jî di demekê de ye ku, piştî şikestina danûstandinên Amerîkayê ligel Îranê li Îslamabada paytexta Pakistanê, piştî nîvroya îro Duşemê, Waşintonê dorpêça deryayî dana ser bender û liv û tevgerên keştiyên Îranê.

Herwesa Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka êrîşên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê li 28ê Sibata îsal ve Tengava Hurmizê li ber tevgera deryayî û keştiyên bazirganiyê yên deverê girtibû.