Wezareta Şehîdan: Enfal ne tenê qirkirina mirovî bû, lê belê jenosîda xak, jîngeh û nasnameya Kurdî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi boneya 38emîn salvegera operasyonên Enfalê daxuyaniyek belav kir û daxwazên xwe yên hiqûqî arasteyî hikûmeta federal a Iraqê kirin.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan îro 14ê Nîsanê bi boneya bîranîna qurbaniyên Enfalê daxuyaniyeke fermî weşand. Wezaretê diyar kir, armanca Enfalê ne tenê tunekirina fîzîkî bû, lê belê hewildanek bû ji bo "sifirkirina nasnameya neteweyî û morka Kurdayetiyê" li ser xaka bav û kalan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, rejîma berê ya Iraqê yek ji mezintirîn tawanên dîrokê li dijî gelê Kurd encam daye. Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku vê tawana mezin ne tenê mirov, lê belê ziman, çand, jîngeh û xwezaya Kurdistanê jî armanc girtibû, da ku xaka Kurdistanê êdî ji bo jiyanê ne guncav be.

Herwiha hat gotin ku Raperîna sala 1991ê ya gelê Kurdistanê, bersiveke dîrokî bû ji bo bidawîkirina wê zilm û jenosîda ku rejîma Beisê bi rêya Enfal û kîmyabaranê li dijî Kurdan dimeşand.

Derbarê erkên xwe yên niha de, Wezaretê ragihand: "Wekî erkekî sereke, em hewldanên xwe berdewam dikin ku di navendên herêmî û navneteweyî de dosyeyên Enfalê wekî jenosîd bidin naskirin. Çunkî tiştê ku rû daye, tawankariya herî mezin a li dijî mirovahiyê û jîngeha Kurdistanê bû."

Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku berpirsiyariyên xwe bicih bîne û tekez kir: "Divê hikûmeta Iraqê di çarçoveya Madeya 132an a Destûrê de, erkên xwe yên yasayî û destûrî pêk bîne û ziyanên malbatên qurbaniyên rejîma berê qerebû bike. Divê garantî were dayîn ku di Iraqeke nû de tawanan bi vî rengî careke din dubare nebin."

Daxuyanî bi rêz û silavên ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê û daxwaza serbilindiyê ji bo malbatên wan bidawî bû.