Hikûmeta Libnanê: Em baca şerekî didin ku ne yê me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Serokwezîrê Libnanê ragihand, ji ber binpêkirin û êrişên Îsraîlê heta niha zêdetirî 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dane. Libnanê her wiha hişyarî da ku başûrê welêt wekî "kartekî zextê" tê bikaranîn.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîriya Libnanê îro 11ê Hezîrana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, danûstandinên wan bi navbeynkariya Amerîkayê re berdewam in, da ku dawî li alozî û girjiyên bi Îsraîlê re bînin, lê heta niha ti lihevkirineke dawî pêk nehatiye.

Nivîsgeha Serokwezîr diyar kir, hikûmeta Libnanê di wê baweriyê de ye ku başûrê welêt û niştecihên wê "baca biryarekê didin ku wan bi xwe nedaye" û şerekî dikin ku ne yê wan e.

Di daxuyaniyê de bang li Îranê jî hat kirin ku êdî başûrê Libnanê û daxwazên xelkê wê wekî "kartekî bazarê" ji bo baştirkirina mercên danûstandinên xwe yên navneteweyî bikar neyne.

Nivîsgeha Serokwezîr hûrguliyên êriş û zirarên ji 17ê Nîsana borî û vir ve wiha rêz kirin:

- Îsraîlê zêdetirî 3 hezar û 500 caran asmanê Libnanê binpê kiriye.

- 6 êrişên bejayî hatine encamdan.

- Hejmara kuştiyan gihîştiye 3 hezar û 560 kesan.

- Nêzîkî 11 hezar kes birîndar bûne.

Di nava kuştiyan de 47 endamên hêzên ewlehiyê yên Libnanê hene ku 29 ji wan serbazên artêşê ne. Her wiha polîs û karmendên ewlehiya dewletê û giştî jî di nava qurbaniyan de ne.

Derbarê rewşa mirovî de hat eşkere kirin ku şiyana wergirtina koçberan li bajarên Beyrût û Seydayê gihîştiye lûtkeyê û êdî tenê li bakurê welêt hinek cih mane. Nivîsgehê destnîşan kir ku vegerandina koçberan bo gund û bajarên wan ên li başûr, di rojeva wan de karê herî sereke û pêşîn e.