Li Silêmaniyê ‘Cejna Muzîkê’ birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê, bi hevkariya Înstîtuya Fransî ya li Hewlêrê, di çarçoveya projeyeke muzîkê ya navneteweyî de konserta "Cejna Muzîkê" li Salona Hunerê ya Silêmaniyê lidar dixe.

Serokê "Zoya Kultûr" Dana Kerîm îro 11ê Hezîranê ji Kurdistan24ê re ragihand, ev çalakiya hunerî hejmarek hunermendên Kurd û Fransî li hev civandiye. Kerîm got: "Bîner dê di heman demê de guhdariya awaz û perçeyên muzîkê yên her du çandan bikin. Ev cejn ne tenê konserteke muzîkê ye, lê hewldanek e ji bo avakirina pireke çandî ya bihêz di navbera Fransa û Kurdistanê de."

Dana Kerîm bal kişand ser dîroka vê rojê û diyar kir ku "Cejna Muzîkê" cara yekem di sala 1982an de li Fransayê hatiye damezrandin û piştre veguheriye diyardeyeke cîhanî. Armanca sereke ya vê cejnê ew e ku muzîk ji salonên girtî derkeve nav civakê û bibe beşek ji jiyana rojane ya xelkê. Lewma ev çalakî li piraniya welatan bi awayekî vekirî û bêberamber tê encamdan.

Di konserta li Silêmaniyê de, dê awazên falklorî û klasîk ên Kurdî li gel stran û perçeyên muzîkê yên Fransî bên pêşkêşkirin. Kerîm destnîşan kir ku ev derfetek e ji bo hunermendên navxweyî ku şiyanên xwe di jîngeheke navneteweyî de nîşan bidin û ciwan hên nêzîkî rehendên cuda yên hunerê bibin.

Serokê Zoya Kultûr her wiha got ku bajarê Silêmaniyê wekî "Paytexta Rewşenbîriyê" ya Kurdistanê, her dem pêşengiya çalakiyên hunerî yên navneteweyî kiriye. Birêveçûna "Cejna Muzîkê" jî berdewamiya wê rola bajêr e ku piştgiriyê dide huner û diyaloga di navbera gelan de.