Pakistan: Tevî şerê mûşekan, peywendiyên Amerîka û Îranê berdewam dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Pakistanê ragihand, tevî êrişên asmanî û mûşekî yên vê dawiyê, guhertina peyamên dîplomatîk di navbera Washington û Tehranê de nehatiye birîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Endarabî îro 11ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re eşkere kir, kanalên dîplomatîk ên di navbera Amerîka û Îranê de hîn jî vekirî ne. Endarabî diyar kir ku ev peywendî bi rêya Pakistan û Qeterê, wekî welatên navbeynkar, tên meşandin.
Berdevkê Pakistanê destnîşan kir, tevî dijwarbûna şer û aloziyên serbazî, her du welat bi rêya peyaman hewl didin bigihîjin rêkeftinekê. Herwiha got: "Kanalên peywendiyê li ser daxwaza her du aliyan vekirî ne û guhertina peyaman berdewam e."
Ev geşedan di demekê de ne ku serê sibê artêşa Amerîkayê bi fermana Serok Donald Trump, operasyoneke berfireh li dijî navendên çavdêriya serbazî û sîstemên parastina asmanî yên Îranê pêk anî. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, ev êriş wekî "bersiva êrişên bêpasaw ên Îranê" hatine kirin.
Li aliyê din, Supaya Pasdaran a Îranê bi avêtina mûşekan û dronan bersiv da Amerîkayê û baregehên Washingtonê yên li Kuweyt û welatên din ên Kendavê armanc girtin. Ji ber van rûbirûbûnên rasterast, qada asmanî ya herêmê ji bo çend saetan li pêşiya geştên sivîl hat girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha ragihandibû, armanca van zextên serbazî ew e ku Îran neçar bibe "reşnivîsa rêkeftinê" ya ku ji aliyê welatên navbeynkar ve hatibû pêşniyar kirin, qebûl bike. Lê belê, rayedarên Tehranê heta niha li ser mercên xwe rijd in û amade nîn in di warê daxwazên xwe de paşde gav bihavêjin.