Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdanê ya li parêzgeha Hewlêrê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragihand, bi du dronên bombekirî êrişî ser depoyeke dexlûdan ya li parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de ziyaneke mezin a madî çêbûye.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand, îro 11ê Hezîranê bi rêya du dronên bombekirî yên ji cureyê "Hadid 110", êriş li ser depoyeke dexlûdan ya li sînorê qezaya Qoştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di encama vê êrişê de ziyaneke zêde ya madî gihîştiye depoyê, lê xoşbextane ti ziyanên canî neketine.

Dijeterora Kurdistanê bi tundî nerazîbûna xwe li hemberî vê êrîşê nîşan da û ragihand: "Em bi tundî wan êrişên terorîstî şermezar dikin ku armanca wan cihên sivîl in."